Li gorî encamên ku ajansa Medyayî ya Rûdawê ji navendên dengdanê wergirtine partiyên Kurdan 8 kursî garantî kirine.
Li gorî encamên destpêkê yên nefermî, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê 5 kursî garantî kirine.
Herwiha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî 3 kursî garantî kirine.
Eger YNK kursiyê 6an jî bistîne dê di encûmena parêzgeha Kerkûkê de bibe partiya yekem.
Encûmena parêzgeha Kerkûkê ji 15 kursiyan pêk tê.
Heke ku Kurd li gorî encamên fermî 8 kursiyan bi dest bixin û partiyên Kurdan li hev bikin dê parêzgariya Kerkûkê bibe heqê Kurdan û dê parêzgar jî Kurd be.
Piştî sala 2005an cara ewil doh li Kekûkê hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.
Kurdan piştî temembûna denganê li bajêr gelek şahî li dar xistin.
Xelk bi hêvî ye ku parêzgarê Kerkûkê careke din bibe Kurd û neheqiyên ku li wê derê li Kurdan tên kirin bi dawî bibin.
Parêzgariya Kerkûkê ji 2005an heta 2017an di destê YNKyê de bû.
Piştî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, hêzên Îraqê ketin Kerkûkê û parêzgariya bajêr jî ji destê Kurdan çû.
Niha parêzgariya Kerkûkê bi wekaletê di destê Rakan Seîd Cibûrî de ye.