Li Kerkûkê bikaranîna maskeyan hat qedexekirin

Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê piştî şehîdkirina polîsekî, bikaranîna maskeyan li wî bajarî hatin qedexekirin.

30.12.2023, Cts - 17:43

Li Kerkûkê bikaranîna maskeyan hat qedexekirin
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê hinek kesên ku DAIŞî bûn gule li polîsên çalakiyên sivîl reşandin.

Piştî bûyerê polîsên Kerkûkê bikaranîna maskeyan qedexe kirin.

Berdevkê Polîsên Kerkûkê Amîr Nûrî têkildarî qedexeyê ji Rûdawê re axivî.

Nûrî di axaftina xwe de bibîrxist ku di encama êrişa li Kerkûkê de, polîsekî canê xwe ji dest daye û got:

“Kujer, ji ber maskeyê ku li xwe kiriye tevî kamerayan û dîmenên derketine holê nehat naskirin. Ji ber vê sedemê, ji îro pê ve li bajêr bikaranîna maskeyan qedexe ye.”

Amîr Nûrî diyar kir ku kesên maske bi kar bînin dê wekî dijmin werin dîtin û got, “Ev qedexe nexweş, kal û jinên girtî li xwe nagire.”

Nûrî bal kişand li ser êrişa ku li Kerkûkê li dijî polîsan pêk hatiye û got, “Lêpirsîn berdewam e û dê kujer demeke nêzîk werin desteserkirin.”

Berdevkê Polîsên Kerkûkê herwiha bi bîr xist ku di nava salekî de bi heman rêbazê 3 êriş pêk hatine.

Çi bûbû?

28ê Kanûna Pêşînê li Kerkûkê gule li polîsên çalakiyên sivîl hatin reşandin.

Êrişê li bazara Lengê ya Kerkûkê saet 11:16an rû dabû.

Di encma bûyerê de polîsekî canê xwe ji dest dabû û 2 kes jî birîndar bûbûn ku yek ji wan jin bû.

Di dîmenên kamerayên ewlehiyê de tê dîtin ku kesekî bi cil û bergên sivîl û rûye xwe nixûmandiye, li nav bazarê nêzîkî du polîsan dibe û guleyan direşîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 311 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:04:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x