Li ser fermana Mesrûr Barzanî nirxê elektirîkê li deverên pîşesazî û projeyên niştecihan tê kêmkirin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê nirxê elektrîkê ji bo deverên pîşesazî û projeyên niştecihbûnê kêm dike.

29.11.2023, Çar - 06:25

Li ser fermana Mesrûr Barzanî nirxê elektirîkê li deverên pîşesazî û projeyên niştecihan tê kêmkirin
Nuçe Belav bike

Piştî ku giliyên hin welatî û kasibkaran bi rêya K24ê re, gihîştin aliyên pêwendîdar, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryara kêmkirina nirxê elektrîkê li deverên pîşesazî û projeyên niştecihbûnê da.

Berdevkê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bergeşt Akareyî ragihand, piştî çavdêrîkirina rewşa elektrîkê li deverên pîşesazî û projeyên niştecihbûnê, rêjeya kêmkirina elektrîkê dê %12 be.

Akreyî diyar kir jî, ev biryar ji sibe (29.11.2023an dikeve warê cibicîkirinê.

Berî niha Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kiribû û tê de gotibû, “Piştî civîna dawî ya Encûmena Şêwirmendiyê, Wezareta Elektrîkê li gorî desthilatê wê, dikare pêşniyara kêmkirina an zêdekirina bi berçavgirtina rewşa welatiyan, piştgiriya hikûmetê ji bo bihayên elektrîkê, kêm yan zêde bike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 234 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:45:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x