Li Silêmaniyê darbenda înşeatê ket: 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Li Silêmaniyê li înşaetekê darbenda vîncê ket xwarê û ji 8 karkerên ku di bin darbendê de mabûn, 3 kes jiyana xwe ji dest dan û yek jî bi dijwarî birîndar e.

12.06.2023, Pts - 06:07

Li Silêmaniyê darbenda înşeatê ket: 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Serokê Sendîkaya Karkeran li Silêmaniyê hat ragihandin ku, li Taxa Raperîn a Silêmaniyê darbenda vînca ku 8 karker li ser dixebitîn ket xwarê.

Çalak Rauf diyar kir ku di bûyerê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dane û karkerek jî bi giranî birîndar bûye.

Cenazeyên karkerên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan bo beşa morgê ya nexweşxaneyaê hatin veguhestin û karkerê birîndar jî tên dermankirin.

Çalak Rauf anî ziman ku ew lêkolîn dikin ka di qezayê de îhmal heye yan na.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku karkerên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne ew kes in ku ji Mûsilê hatine ser kar.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 234 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:13:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x