Rêveberê Navenda Hawarçûnê ya Silêmaniyê, Dr. Saman Nadir ji Rûdawê re ragihand ku tîmên wan dema gihîştine cihê bûyerê 12 kes bo nexşwexaneyan veguehstine.
Berdevkê Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê, Saman Letîf jî ji Rûdawê re diyar kir, hejmara birîndaran gihîştiye 14 kesan û rewşa wan a tendirustiyê baş e.
Saman Letîf got, 4 ji birîndaran bi sedema ku birînên wan sivik in bo malê hatine şandin û yên din li nexweşxaneyê hatine razandin, lê 4 ji birîndaran hewcedariya wan bi neştergeriyê heye.
Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê, Pêşewa Bextiyar dibêje, tîmên berevaniya sivîl heta niha jî mijûlî lêgerînê ne û di vin kavilên avahiyê de digerin daku piştrast bibin ti kesek di bin kavilan de nemîne.
Şahidekî bûyerê ku wî bi xwe di dema teqînê de çend kes rizgar kirine, ji Rûdawê re axivî û got, wî bi xwe 6 kes rizgar kirine ku yek ji wan jin bûye. Bi gotina wî şahidê bûyerê, 2 ji birîndaran rewşa wan gelek xirab bû û yek ji wan qet haya wî ji xwe tunebû û serê wî ketibû bin hesinekî.
Li gor agahiyan, ji ber teqîna sîstema gazê ya kafeteryayê, destpêkê agir li avahiyê ketiye ku paşê ji aliyê hêzên berevaniya sivîl ve hatiye kontrolkirin.
Çavkanîyên heremê dibêje, destpêkê dengê teqîneke bihêz hatiye bihîstin, hêza dengê wê bi qasekî zêde bûye ku li çend taxên derdora kafeteryayê hatiye bihîstin.
Li gor zanyariyên destpêkê, di nava birîndarên bûyerê de dayikek û zarokekî 3 salî hene.
Herwiha ji ber teqînê gelek zirarên maddî çê bûne. Ji bilî zirarên gihîştine avahiya kafeteryayê, zirar gihîştiye çend avahî û malên nêzîk cihê bûyerê jî.
Hêzên ewlekariyê li derdora cihê bûyerê belav bûne û lêkolîn derbarê bûyerê de dest pê kiriye.