Li Silêmaniyê di navbera du hêzên ewlehiyê de alozî derket

Li navenda bajarê Silêmaniyê îro danê sibê demek kurt di navbera hêzên asayîşê û hêzên polîs de alozî derket. Di bûyerê de 2 kes sivik birîndar bûn.

25.06.2023, Paz - 19:56

Li Silêmaniyê di navbera du hêzên ewlehiyê de alozî derket
Nuçe Belav bike

Bûyer îro danê sibehê saet di 08:00an de li nêzîk Pira Serçinar a Silêmaniyê û li cadeya Melik Mehmûd di navbera Hêzên Operasyona Aştiyê ya Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Silêmaniyê û hêzên polês de pêk hat.

Peyamnêrê Rûdawê Horvan Rifat li cihê bûyerê ragihand, “Otomobîleke hêzên Operasyona Aştiyê ya ser bi Asayîşa Silêmaniyê ve li pêşiya baregeha Polîsê Hawarhatinê bi awayekî berovajî cadeyê di rê de bûye û ji aliyê hejmarek polîsên Silêmaniyê ve hatiye rawestandin û lêpirsîn bi rêwiyên otomobîlê re hatiye kirin. Di encam de alozî dekretiye û hêzên operasyonê teqe kirine, paşê polîsan çek ji karmendên Asayîşê standine daku teqeyan nekin.”

Peyamnêrê Rûdawê got, “Yek ji edamên hêzên operasyonê ji bo ku çeka xwe radest neke ji destê hêzên polîs direve û telefona hejmarek hevalên xwe yên ji heman hêzê dike ku li ser heman rêyê bûne û ew jî hatine daku wî ji cihê aloziyê bibin, ji ber vê yekê polîsan û wê hêzê gule berdane, lê piştî ku berpirsên wan hêzan hatin ser xetê gulebaran bi dawî bûye.”

Di derbarê bûyerê de ji aliyê komîteyeke hevbeş a polîs û asayîşê dest lêpirsîn dest pê kiriye.

Piştî 15 deqeyan ji teqekirin û aloziya di navbera her du hêzan de, rê ji nû ve ji trafîkê re hat vekirin.

Li gor zanyariyan, di bûyerê de 2 kes ji hêzên ewlehiyê birîndar bûne.

Derbarê wê yekê de, peyamnêrê Rûdawê yê li Silêmaniyê Horvan Rifet got, “Tê gotin du ji karmendan birîndar bûne, lê me pêwendî bi rêveberiya tendirustiya Silêmaniyê, berdevk û berpirsên polîs û asayîşê yên payebilind kir, lê ti kes ji wan bersiva pêwendiyên me nedan. Ekîbên hararhatinê yên tendirustiya Silêmaniyê jî gotine, me ti birîndarên wê bûyerê nebirine neveguhastine. Heya dema amadekirina vê raportê jî, ti saziyeke pêwendîdar ti daxuyanî û zelalkirinek derbarê bûyerê de nedane.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 394 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:31:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x