Li Silêmaniyê teqîn; mirî û birîndar hene

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed ji Rûdawê re ragihand, li nêzikî apartmanên Goyje City teqînek rû daye û ziyan gihîştiye 3 malan. Her wiha diyar kir, “Tîmên me li wir in, lê em sedem û ziyanên tam heta niha ne diyar in.”

18.11.2022, Cum - 05:26

Li Silêmaniyê teqîn; mirî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Ji cihê teqînê hat ragihandin ku teqîn li taxa Kazîwe 2 ya Silêmaniyê rû da û sedema teqînê tanka gazê ye.

Şahidekî da zanîn, mala ku teqîn lê çêbû 3 qat bû û bi temamî hilweşiya û anî ziman, “Gelek kes di bin kavilên xaniyê hilweşiyayî de mane û heta niha nehatine derxistin.”

Her wiha şahidekî din jî got, li wê malê mêvan hebûn û qerebalix bû û got, “Me cenazeyê kesekî derxist, me çend birîndar jî rizgar kirin. Dibe ku nêzî 20 kesên din di bin xirabeyan de mabin.”

Rêveberê Hawarçûnê ya Silêmaniyê jî got, “Me 12-15 birîndar birine nexweşxaneyê. Di bin xirabeyan de kesên sax jî hene. Agahiyên berfireh derbarê asta ziyanan li ber destê me nînin.”

Li aliyê din Hawarçûna Silêmaniyê diyar kir ku di encama teqînê de 3 malan zirar dîtine û herî kêm 15 kes birîndar bûne û diyar kir ku tankeke gazê bûye sedema teqînê.

Parêzgarê Silêmaniyê: 4 mirî, 9 birîndar hene

Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebubekir diyar kir ku di encama teqînê de 4 kesan canê xwe ji dest dane, 9 kes jî birîndar bûne û kesên di bin xirabeyan de mane hene.

Ebûbekir diyar kir ku teqîn ji ber tankeke gazê ya li ser banê pêk hatiye.

Peyamên rayedaran piştî teqînê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser teqînê got, “Dilê min bi malbatên qurbaniyên teqîna îşev a Silêmaniyê re ye û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku lêkolîn li ser bûyera diltezîn a Silêmaniyê dikin, hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyan kir û hêviya başbûnê ji birîndaran re xwest.

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî jî got, “Em sersaxiyê ji malbatên wan kesên ku di bûyera diltezîn a îro danê êvarê de li Silêmaniyê canê xwe ji dest dane re dixwazin û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 182 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:25:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x