Li Silêmaniyê qeza: Pênc kesan canê xwe ji dest da

Li ser rêya qezayên Kelar û Derbendîxanê yên Silêmaniyê barhilgirek û pîkabek li hev qelibîn, pênc kesan canê xwe ji dest da.

17.01.2024, Çar - 12:19

Li Silêmaniyê qeza: Pênc kesan canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Berdevkê Rêveberiya Trafîkê ya Germiyanê Muqedem Saman Elî ji ajansa Rûdawê re da zanîn ku qezayê îro saet 08:00an rû daye.

Muqedem Saman Elî herwiha da zanîn ku qezayê ji ber xetaya pîkabê rû daye û dema pîkabê xwestiye seyareya pêşiya xwe derbas bike li barhilgira ku ji aliyê din ve tê xistiye.

Qaymeqamê Derbendîxanê Silêman Mihemed jî ji Rûdawê re da zanîn:

“Di vê qezayê de sê mêr û du jinan cane xwe ji dest daye. Her pênc jî ji Derbendîxanê ne.”

Li aliyê din, li gorî amarên Trafîka Herêma Kurdistanê par li Herêma Kurdistanê 3 hezar û 706 qezayan rû daye.

Di van qezayan de 445 kesan cane xwe ji dest daye û 7 hezar û 250 kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 272 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:30:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x