Li Silêmaniyê êrişa bi dronan

Gundê Tûqeliyê yê qezaya Çemçamalê ya Silêmaniyê bi dronan hat bombebarankirin.

27.12.2023, Çar - 12:37

Li Silêmaniyê êrişa bi dronan
Nuçe Belav bike

Rêvebirê Nahiyeya Axcelerê Hêmin Behcet ji Rûdawê re da zanîn ku îro derdora demjimêr 06:00 û demjimêr 08:00an gundê Tûqeliyê du caran bi dronan hatiye bombebarankirin.

Hêmin Behcet got ku heta niha encamên êrişê diyar nebûne û lêkolînên hêzên ewlehiyê didomin.

Ev du sal in ku gundê Tûqeliyê ji ber bombebaranên Tirkiyeyê yên bi hinceta “hebûna PKKyê” hatiye valakirin.

Li aliyê din, heta niha PKK û Tirkiyeyê li ser vê êrişê ti daxuyanî nedane.

Êrişên Tirkiyeyê

Tirkiyeyê piştî ku 22 û 23yê Kanûna Pêşînê 12 leşkerên wê hatin kuştin (li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê) êrişên xwe yên li başûr û rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Di van êrişên wê yên dawiyê yên li Rojavayê Kurdistanê de 8 kesan canê xwe ji dest da, 18 kes jî birîndar bûn.

Herwiha Tirkiye êrişî saziyên sivîl jî dike û herî dawiyê li Qamişloyê çapxaneyek bombebaran kir.

Amerîka ji ber êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê “nîgeran” e û dixwaze “tundî demildest raweste.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser êrişên Tirkiyeyê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Em ji ber van êrişên dawiyê yên li bakurê Sûriyeyê nîgeran in ku bûne sedema kuştin û birîndarbûna sivîlan.

Herwiha êrişî binesaziya sivîl jî hatiye kirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 271 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:05:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x