Li gorî zanyariyên destpêkê cenazeyê kesekî 30 salî li taxa Xaneqayê ya Hewlêrê, li pişt Parka Şarê û li nêzîkî sûka sereke ya bajêr hat dîtin.
Hat ragihandin ku kesê ku cenazeyê wî hatiye dîtin ji Îraqê ye û ne şêniyê Herêma Kurdistanê ye.
Nûçegihana Rûdawê Helebce Sadûnê ji cihê bûyerê ragihandiye, cenaze demjimêr 11:00ê ji aliyê karmendekî hêzên ewlehiyê ve ku du rojan carê serekî li wir dixe ve hatiye dîtin.
Nûçegihan axaftina xwe wiha domand:
“Li cihê bûyerê şopên xwînê tên dîtin û ciwan bi keviran hatiye kuştin, ti tişt, pere û nasname li ser wî nebûne, dibe ku ji aliyê kujer ve hatibin birin.”
Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê lêkolînê dikin û cenaze ji bo bijîşkiya dadî hatiye veguhastin.
Her wiha nûçegihanê berdevama axaftina xwe de ragihand: “Welatî gazinan dikin ku ji ber valabûna wî cihî bi şev kesên biyanî lê dimînin û heta niha çend bûyerên bi vî rengî rû dane.”
Li gorî amarên hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê sala borî li 183 haletên kuştina bi zanebûn, 32 haletên kuştina bi şaşî û 240 haletên xwekuştinê hatine tomarkirin.