Lijneya Pêşmerge ji bo lêkolîna bombebaranan li Balekayetî ye

Lijneya Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê îro gehişte Balekatî ku lêkolînê li ser bombebaran û topbaranên Îran û Tirkiyê yên li ser vî sînorî bikin.

10.10.2022, Pts - 07:43

Lijneya Pêşmerge ji bo lêkolîna bombebaranan li Balekayetî ye
Nuçe Belav bike

Lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê, ji bo lêkolîna li bombebaranên artêşa Îran û Tirkiyêy li Balekatiyê ye û piştre dê derbarê ziyanan de raportekî amade bike û tişta ku pêwîste bê kirin ji bo pêşî lê girtina bombebaranan di raporta xwe de dê pêşkeşî Serokatiya Parlamentoyê bike.

Îro 10.10.2022yê Lijneya Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê geheşte Balekatî ku lêkolînê li ser bombebaran û topbaranên Îran û Tirkiyê yên li ser vî sînorî bikin. Ew parlamenterane naha li sînorê Çomanê ne û piştre jî dê biçin sînorê Hacî Omeran û serdana Bradost û Sîdekanê jî dê bikin.

Lijneya Pêşmerge dê dûvçûnê li ser ziyanên bombebaranên artêşa Tirkiyê û topbaranên Îranê bike û piştre jî dê çavdêriyên xwe bike raportek ji Serokatiya Parlamentoyê re pêşkeş bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 281 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:04:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x