Liz Truss: Herêma Kurdistanê piştî şerê li dijî DAIŞê, pêgeheke navdewletî bidest xist

Nûnerê Serok Barzanî, Felah Hesen di çarçoveya beşdariya di Konferansa Partiyên Demokrat ên Cîhanê li Washingtonê de, bi serokwezîra berê ya Brîtanya Liz Truss re civiya.

07.12.2023, Per - 08:29

Liz Truss: Herêma Kurdistanê piştî şerê li dijî DAIŞê, pêgeheke navdewletî bidest xist
Nuçe Belav bike

Serokê Kongreya Ciwanên Kurd ên Derveyî Welat Felah Hesen li ser facebooka xwe nivîsî: “Bi nûneratiya Serok Barzanî, di dema beşdarbûna me di Konferansa Partiyên Demokrat ên Cîhanê li Washingtonê de, ez bi serokwezîra berê ya Brîtanya Liz Truss re civiyam.”

Felah Hesen da zanîn: “Me bi Truss re behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê kir. Me daxwaz ji wê kir ku piştgirî û alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.”

Got jî: “Serokwezîra berê ya Brîtanya Liz Truss silav ji gelê Kurdistanê û Serok Mesûd Barzanî re şandin û got jî: Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de, pêgeheke navdewletî û baweriyeke navdewletî bidest xistiye. Ev yek jî ji aliyê welatên demokrat û alîgirên demokrasiyê yên ku piştevaniya Herêma Kurdistanê dikin, cihê rêzê ye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 290 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x