Medya Silêmanî: Fermana desteserkirina Şasiwar Ebdulwahîd Qadir hat derxistin

Duh Medyaya Silêmaniyê ragihandiye dadgeha lêkolînê ya Koyê fermana girtinê bo serkirdeyê grûpa Nifşa Nû ya Herêma Kurdistanê Şaswar Ebdulwahîd Qadir derxistiye.

03.11.2022, Per - 07:48

Medya Silêmanî: Fermana desteserkirina Şasiwar Ebdulwahîd Qadir hat derxistin
Nuçe Belav bike

Duh roja çarşemê 02.11.2022an medyaya Silêmaniyê ragihandiye dadgeha lêkolînê ya Koyê fermana girtinê bo serkirdeyê grûpa Nifşa Nû ya Herêma Kurdistanê Şaswar Ebdulwahîd Qadir derxistiye.

Li gorî vê raporê, Dadgeha Pêdaçûnê ya Hewlêrê – Dadgeha Lêkolînê ya Koyê, li ser şikayeta kesekî ku li gor madeya 24 a yasaya sizayên Iraqê lê dihat xwestin biryara desteserkirina Şasiwar Ebdulwahid Qadir derxist.

Şasiwar Ebdulwahid birre pareyekî zor ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi deyndarî wergirtiye û deynê xwe nedaye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 347 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:56:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x