Serok Barzanî: Hêvîdar im parêzgehbûna Helebceyê ji bo dermankirina birînan bibe gavek

Serok Mesûd Barzanî li ser parêzgehbûna Helebceyê got, "Hêvîdar im ku parzêgehbûna Helebceyê bibe gavek ji bo bipêşketina û dermankirina birîn û êşên welatiyên Helebceyê."

15.04.2025, Sal - 10:24

Serok Barzanî: Hêvîdar im parêzgehbûna Helebceyê ji bo dermankirina birînan bibe gavek
Nuçe Belav bike

Parlamentoya Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê pesend kir û ew bajarê Herêma Kurdistanê bû 19emîn parêzgeha Îraqê.

Serok Mesûd Barzanî li ser parêzgehbûna Helebceyê peyamek belav kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Spasî û destxweşiyên xwe pêşkêşî serokatî û hemû endamên Parlamentoya Îraqê û wan komên siyasî dikim ku roleke erênî di pesendkirina projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê de lîstin.

Her wiha spasiya fraksiyon û komên Kurdistanî yên Parlamentoya Îraqê dikim ku bi yekdengî û yekrêzî ev destkeft ji bo xelkê Helebceyê û hemû Kurdistanê misoger kirin û hevkarên hev bûn ji bo dengdayîn û pejirandina projeyasaya bûna Helebceya xoşewîst wekî parêzgeh.

Spasî û pêzanîna min ji bo hemû wan kesên hêja heye ku hewl daye ji bo vê yekê.

Her wiha bi germî pîrozbahiyê li xelkê xoşewîst ê Helebceyê û hemû Kurdistaniyên ezîz dikim.

Hêvîdar im ku bûna Helebceyê wek parêzgeh bibe gavek ji bo xizmetkirina zêdetir û bipêşketina vê devera qurbanîdayî ya Kurdistanê û ji bo dermankirina birîn û êşên hevwelatiyên Helebceyê.

Ji ber vê yekê, bi hezaran silav ji bo giyanê pak ê şehîdên Helebceyê û hemû şehîdên Kurdistanê dişînin û hêviya xêr û xweşiyê ji bo xelkê Helebceyê û hemû Kurdistaniyan dixwazin."

Parêzgehbûna Helebceyê:

Parlamentoya Îraqê doh ji bo parêzgehbûna Helebceyê kom bû.

Di rûniştina parlamentoyê de 178 parlamenter amade bûn

Pişt dengdanê, parêzgehbûna Helebceyê hat pesendkirin û Helebce bû 19emîn parêzgeha Helebceyê.

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 126 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:22:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x