Merasîma cejna Qurbanê li Herêma Kurdistanê birêve diçe

Di vê cejnê de jî daxwaz ji welatiyan tê kirin ku pabendî rênmayên taybet bi xweparastiya ji Korona û Taya Xwînberbûnê bin

10.07.2022, Paz - 06:11

Merasîma cejna Qurbanê li Herêma Kurdistanê birêve diçe
Nuçe Belav bike

Her çend e di salên dawiyê de ji ber belavbûna pandemiya Koronayê û pabendbûna rênma û rêkarên tendirustiyêm welatiyan bi awayekî kêmtir beşdarî di merasîma çejnan de dikirin. Di vê cejnê de jî daxwaz ji welatiyan tê kirin ku pabendî rênmayên taybet bi xweparastiya ji nexweşiya Taya Xwînberbûnê bin, ji ber ew nexweş tê vegirtin.

Merasîma cejna Qurbanê li hemû perçeyên Kurdistanê bi serdana goristanan û beşdariya di nimêja cejnê de dest pê tê kirin. Piştre jî merasîmên cejnê bi serdana malbat, kesûkar û cîranan birêve diçe. Di van salên dawiyê de jî ji ber belavbûna nexweşiyan, xelk zêdetir bi riya telefon û sosyal medyayê cejnê li hevdu pîroz dikin.

Hevdem jî, hêzên ewlehiyê, polîs û asayişê planên xwe yên taybet bo parastina rewşa ewlehiyê di rojên cejnê de danîne û kar li ser bicihkirina erkên xwe dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 607 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:52:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x