Mesrûr Barzanî û Balyoza Kanadayê bihêzkirina pêwendiyên dualî gotûbêj kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyoza nû Kanadayê ya Îraqê Kathy Bunka civiyan û pêwendiyên dualî gotûbêj kir.

02.11.2023, Per - 08:03

Mesrûr Barzanî û Balyoza Kanadayê bihêzkirina pêwendiyên dualî gotûbêj kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo destbikarbûna wê pîrozbahî li Balyoza nû Kanadayê ya Îraqê Kathy Bunkayê kir.

Li gorî daxuyaniya Serokwezîriya Herêma Kurdistanê, Mersûr Barzanî hêviya serkeftinê ji Katy Bunkayê re xwest û piştevaniya xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên navbera Kanada û Herêma Kurdistanê nîşan da.

Ji aliyê din ve Kathy Bunkayê daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re bi taybetî di warê veberhênan, bazirganî û pevguhartina kulturî de nîşan da.

Hewiha mijarên wekî girîngiya dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, giringiya bihêzkirina sîstema federaliya Îraqê, rûbirûbûna bandorên neyînî yên guherîna keşûhewayê û sûdwergirtina ji ezmûna Kanadayê hatin gotûbêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 617 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:56:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x