Îro roja Înê, 1ê Berçileya 2023ê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li bajarê Dubey tevlî merasîmên vekirina Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê (COP28) bû û ji aliyê Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid al Nehiyan û Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres ve pêşwazî lê hat kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya tora civakî ya “X”ê nivîsiye, “Çarekirina guhertinên keşûhewayê pêdivî bizavên bikom e. Ez dilxweş im ku li COP28ê me, ji bo tekezkirina wan karên giring ên ku em bi rêya hevpariyên xwe dikin”.