Mesrûr Barzanî li ser êrişên li Herêma Kurdistanê: Bi şermezarkirinê naqedin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew spasiya helwesta welatên dost dikin ku bi berdewamî van êrişan şermezar dikin lê bi daxuyanî û şermezarkirinê êriş naqedin.

27.01.2024, Cts - 07:11

Mesrûr Barzanî li ser êrişên li Herêma Kurdistanê: Bi şermezarkirinê naqedin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrişên li Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û got:

“Êrişên curbicur ên li Herêma Kurdistanê hewldanên dijmin, neyar û xayinan e ji bo têkbirina herêmê û ew di wê baweriyê de ne ku bi van êriş û zextên berdewam dê Kurdistan têk biçe.”

Peyama serokwezîr di demekê de ye ku çavkaniyek pilebilind li navçeya Çemçemala Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihand ku şeva pêncşemê saet 22:45an êrişek li Qada Gazê ya Kormorê hat kirin û agir bi qadê ket.

Piştî êrişê Wezareta Elektrîkê di daxuyaniyekê de got:

“Ji bo ewlehiya karkeran û qadê, hinartina gazê ji bo santralên elektrîkê hatiye rawestandin û ev yek zêdetirî 2,800 megawat berhemanîna elektrîkê kêm kiriye.”

"Em rêya pîroz a Kurdayetiyê berdewam bikin"

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de amaje bi wê yekê jî kir ku ew spasiya hevxemî û helwesta welatên dost dike ku bi berdewamî êrişên şermezar dikin lê bi daxuyanî û şermezarkirinê êrişên nedadperwerane naqedin û rê li ber dubarebûna wan nayê girtin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got:

“Ez bangî gelê Kurdistanê dikim ku bi berxwedan û cesareteke bilind li hemberî van planan rawestin û hestê xwe yê niştimanperweriyê xurt bikin û rê medin xwefiroş, xakfiroş û koleyan ku dixwazin Kurdistanê û têkoşîn û destkeftiyên wê bikin qurbana tirsonekî, çavbirçîtî û bêwijdaniya xwe.”

Di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman:

“Daxwaza min ji Xwedayê mezin hêzeke zêdetir bide me da ku em rêya pîroz a Kurdayetiyê û dilsoziya ji bo xwîna şehîdan berdewam bikin.”

Şeva borî bi mûşekan êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li qezaya Çemçemalê ya Silêmaniyê hat kirin.

Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê bajarojê Qadir Keremê yê qezaya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, pêşverbirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022 û 2023yan jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 248 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:57:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x