Mesrûr Barzanî mezintirîn kargeha asinî li ser astê Herêma Kurdistanê û Îraqê vekir

Sibeha îro roja Sêşemê, 28ê Mijdara 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Kargeha Van Steel a Asinî li Hewlêrê vekir ku li ser astê Herêma Kurdistanê û Îraqê mezintirîn kargeha asin û şîşikan e.

28.11.2023, Sal - 11:11

Mesrûr Barzanî mezintirîn kargeha asinî li ser astê Herêma Kurdistanê û Îraqê vekir
Nuçe Belav bike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîmên vekirina Kargeha Van steel a asinî de li Hewlêrê gotarek pêşkêş kir û ragehand, “Ev kargeh bi standardên cîhanî û pêşkeftîtirîn teknolojiya hatiye çêkirin û dê feyde ji bo jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê hebe”. Herwesa got, “Ev kargeh di çêkirinê de pabendî şertên parastina jîngehê bû”.

Mesrûr Barzanî amaje da, “Vê kargehê dê roleke giring di pêşxistina kertê pîşesazî li Herêma Kurdistanê û peydakirina bi hezaran derfetên karî ji bo ciwanên Kurdistanê de hebe, cihê destxweşiyê ye ku vê kargehê pabendbûna xwe bi liberçavwergirtina bingehên parastina jîngehê û berdewamiya jîngehê diyar kiriye. Ev jî bi rêya bikaranîna rê û teknîkên pêşkeftî ku dosta jîngehê ye”.

Herwesa tekez kir, "Em hêvîdar in rewşa Kurdistanê, Îraqê û deverê ewle û seqamgir bibe û arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî bi rengekî bingehîn bên çarekirin, ji bo ku em di rêya avedankirin û danana jêrxaneya aborî de berdewamiyê bidin karnameya xwe.

Van Steel li ser astê Herêma Kurdistanê û Îraqê mezintirîn kargeha asin û şîşikan e, ji aliyê Koma Gelyaweyê ve tê bicihanîn ku li serdema kabîneya nehê destûra karkirinê wergiritye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 229 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:38:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x