Îro (Sêşem, 19ê Berçileya 2023ê) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê Civata Birêvebirinê ya Banka Tenmiyeyê ya Îraqê Ziyad Xelef kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de eşkere kiriye ku, “Di wê civînê de danûstandin li ser pêşxistina aborî û çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di kertê bankî de hatine kirin û amaje bi wê yekê hatiye dan ku li Herêma Kurdistanê û Îraqê derfetên weberhênanê di kertên cuda cuda de hene”.
Herwesa got, “Serokê Civata Birêvebirinê ya Banka Tenmiyeyê dilxweşiya xwe ji bo nerîna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pirrengkirina aborî û avakirina jêrxaneyê û pêşxistina sîstema bankî diyar kir”.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo bankên kertê taybet li Herêma Kurdistanê û Îraqê tekez kir, pêxemetî pêşxistina sîstema darayî û aborî.