Mesrûr Barzanî: Îradeya gelê me ji hemû planan bihêztir e

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê wekî herêmeke yasayî û destûrî, ti carî nebûye metirsî li ser ti aliyekî û got, “Her dem bûye faktora aramî û ewlehiyê.”

28.01.2024, Paz - 17:16

Mesrûr Barzanî: Îradeya gelê me ji hemû planan bihêztir e
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 3yemîn Konferansa Nûnertiyên Herêma Kurdistanê de axivî û mijarên di rojevê de nirxand.

Mesrûr Barzanî ragihand ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên derve û navdewletî bi awayekî berçav çêtir bûne û amaje bi wê yekê jî kir ku hejmara konsulxane û nûnertiyên dîplomatîk ên li Herêma Kurdistanê jî zêde bûne.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku ji bo pêşdebirina pêwendiyên aborî, çandî, zanistî û akademî di paşerojê de, pêwîst e hejmara nûnertiyên Herêma Kurdistanê li derve were zêdekirin û got:

“Herêma Kurdistanê wekî herêmeke xwedî statûya destûrî û yasayî ya Îraqê, her tim faktora aramî û ewlehiyê ya li herêmê û Îraqê bûye.

Her tim hewl daye ku pêwendiyên baş ligel welatên cîran û civaka navdewletî re hebin. Armanca me ew e ku em pêwendiyên xwe yên derve û navneteweyî li ser bingeha berjewendî û rêzgirtinê pêş bixin û xurt bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha anî ziman:

“Divê berjewendiyên hevpar ên me yên li gel welatên herêmê û cîhanê li ber çavan bên girtin û bên parastin û rêz li serweriya Îraq û Herêma Kurdistanê bê girtin û neyê binpêkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demên borî de rûbirûyê gelek krîzên siyasî, ewlehî, aborî û darayî bûye û aliyên neyar jî hewl dane ku rê li ber pêşketin, geşbûn û aramiya Kurdistanê bigirin.

Bi îzna Xwedê em dê bi têkoşîna gelê Kurdistanê û Pêşmergeyên xwe yên qehreman hemû astengiyan derbas bikin ji ber ku îradeya miletê me ji hemû planan bihêztir e. Ji bo vê jî em dê di bin ti zextan de dest ji mafên xwe bernedin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 306 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:05:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x