Bexda heta niha pişkê budceya Herêma Kurdistanê neşandiye û pirsa gaz û petrolê jî bê çareserî maye û Parlamentoya Iraqê jî ne amade ye projeyasaya gaz û petrolê pesend bike.
Her çend e Serokwezîr Mesrûr Barzanî tenê piştî 6 rojan ji destbikarbûna Kabîneya Nehem a Herêma Kurdistanê, wek nîşandana niyazpakiyê serdana Bexdayê kir û amadehiya xwe ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîşan da, lê belê heta niha desthilatdarên Iraqê di binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê de berdewam in, bi taybet di pirsên pêwendiya wan bi madeya 140 a destûra Iraqê, mafên Pêşmerge û pişkê budceya Herêma Kurdistanê heye.
Di meha Tîrmeha 2019an Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî hat pêkanîn û hewl da pirsgirêkên di navbera Hewlêr – Bexdayê de çareser bike û armanca wê ew bû, rûpeleke nû ligel Bexdayê veke.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe ya destbikarbûnê de jî diyar kir, kabîneya wî dixwaze hevahengiya siyasî û hevbeşiya rasteqîne bi Bexdayê re bike û li ser bingeha lihevkirin û hevsengî kar bi hikûmetê re bike.
Wê demê desthilatdarên Iraqê amadehiya xwe nîşan dan, lê piştî 3 salan, heta niha pişkê budceya Herêma Kurdistanê neşandine û ew 200 milyar Dînar a ku biryar bû Hikûmeta Iraqê bi mehane bişîne Herêma Kurdistanê jî, tenê çend mehan hate şandin.
Pirsa gaz û petrolê bê çareserî maye û Parlamantoya Iraqê jî ne amade ye projebiryara gaz û petrolê pesend bike, ligel wê jî Dadgeha Federa ji ber armancên siyasî, biryara li dijî hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê derxistin.
Madeya 140 a destûra Iraqê jî, yek ji wan madeyan e ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdana xwe bo Bexdayê de tekezî li ser kir, ku li gorî wê madeyê divê rewşa navçeyên Kurdistanî bihatana asayîkirin, serjimêrî û referendum bihata kirin. Hikûmeta Iraqê tevî ku wê madeyê cibicî nake, ne amade ye ji bo pêşîgirtina li êrîşên DAIŞê hevahengiyê bi Pêşmerge re bike.
Hêza Pêşmerge li gor destûrê, beşeke ji sîstema berevaniya Iraqê, ligel ku mafên wê yên darayî naşîne, ew ne kiriye beşek ji girêbestên hikûmeta Iraqê yên derbarê biçekkirina artêşê Iraqê de jî.
Bi nêrîna çavdêrên siyasî, pabendnebûna hikûmeta Iraqê bi madeyên destûrê ji bo wê yekê vedigere, hîna hizra hikumraniyê li Iraqî û nêrîna wê li Kurdan, her wek hizra rêjîmên ber ye ku ne amade ne Kurdan wek hevbeşekî rasteqîne di hikumraniyê de qebûl bikin.