Mesrûr Barzanî çend projeyan li Akrê û Berderaşê radigihîne
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana qezaya Akrê dike û cibicîkirina çend projeyan li Akrê û Berderaşê radigihîne.
Nivîsgeha Serokê Hikûmetê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 22ê Gulanê piştî nîvro serdana qezaya Akrê kir û bi berpirsên îdarî yên qezaya Akrê û Berdereşê behsa baştirkirina xizmetguzariyên navçeyê dike. Piştre jî ew bi hejmareke kesayetiyên wê navçeyê re jî dicive.
Herwiha biryar e îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî cîbicîkirina çend pirojeyan li wê navçeyê ragihîne.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 521 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:14:00