Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, Herêma Kurdistanê her tim destê alîkariyê dirêjî berpirsên bilind ên Iraqê kiriye û ew amade ne ezmûna xwe ya birêvebirinê bi wan re parve bikin. Mesrûr Barzanî herwiha dilgiraniya xwe li beramber wê rewşa siyasî ya li Iraqê heye nîşan da û daxwaz ji desthilatdarên Bexdayê kir, bo derbaskirina wê rewşê gotûbêjên pêwîst bikin.
Roja Pêncşembê 20ê Cotmeha 2022an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasima derçûna xwendekarên Zanîngeha Kurdistan-Hewlêr gotarek pêşkêş kir û ragihand, bandora bûyerên Iraqê û navçeyê li ser paşeroja Herêma Kurdistanê heye û astengiyan li pêşiya pêşkeftina wê de çê dike.
Mesrûr Barzanî derbarê rewşa siyasî ya Iraqê de got, “Bi baweriya min Iraq di çarrêyeke nû de ye û serkirdeyên nû yên wî welatî divê nêrîna xwe ya siyasî pêşkêş bikin daku ji bo qonaxa bihê gotûbêjek guncaw bikin”. Serokwezîr Barzanî herwiha got, “Niha dema guhertinê ye, ew welat nikare bi vî awayî berdewam be.”
Di berdewamiya gotara xwe de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da xuyakirin, ew rewşa niha ne bi dilê xelkê Iraqê ye û wî rewşî red dikin. Mesrûr Barzanî bang li siyasetvanên Iraqî kir û got, “Me her tim destê hevaltî û hevbeşîkirinê bo Iraqiyan li Bexdayê dirêj kiriye, îro jî ez heman karî dikim û dibêjim, em dikarin di pêşvebirina welata de alîkariya we bikin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa wê yekê jî kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye bi ezmûna ku di birêvebirina darayiya giştî û dîcîtalîkirinê de heye, alîkariya rêveberiyên Iraqê bike û ezmûna xwe bi wan re parve bike. Mesrûr Barzanî herwiha got, Herêma Kurdistanê her tim dixwaze ezmûna xwe bi wan aliyan re parve bike ku pêdiviya wan pê heye.
Di beşeke din a axaftinên xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser guhertina sîstema rêvebirinê li Herêma Kurdistanê kir û diyar kir, divê sîstema rêvebirinê li Herêma Kurdistanê bi temamî were dîcîtalîkirin daku em valahiya pêwîst ji bo pêşketina sektora taybet amade bikin.
Serokwezîrê Kurdistanê amaje bi lawaziya sîstema niha ya rêveberiyê ya li Herêma Kurdistanê kir û got, “armanca ku hikûmetê ji xwe re daniye bi vê sîstema hêdî û bi vê borukrasiya niha pêk nayê.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê paşeroja Herêma Kurdistanê de jî got, “Em dê bibin cihek ku fikir, dahênan, xwewestandin û karên mezin dê alîkariya me bide ku em civaka xwe biguherin û em dê çarenivîsa xelkê xwe biguherin.”
Mesrûr Barzanî soz jî da ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê “guhertinên rasteqîn” bike, daku sektora taybet û weberhênan li Herêma Kurdistanê pêşketinê bi xwe ve bibîne.