Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî piştî pesendkirina wan madeyên derbarê budceya Iraqê de yên têkildarî Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir.
Parlamentoya Iraqê madeya 14ê ya projeyasaya budceya Iraqê ku li ser dahata petrola Herêma Kurdistanê û çavdêriya wê ji aliyê Bexdayê ve ye pesend kir û ev bû sedema nîqaşan.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye de dibêje: “Helwesta mêrxasiya welatparêzan li aliyekê ye û qirêjiya kesên ku welatfiroş li aliyeke din e, dîrok dê vê yekê binivîsîne.”
Barzanî herwiha dibêje: “Bila her kes piştrast be ku Herêma Kurdistanê dê bihêztir dibe û em dê qet tawîzê ji mafên xwe yên destûrî nedin.”