Mesrûr Barzanî: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan em li gel Bexdayê gihiştine çend têgihiştinên seretayî

Encûmena wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê encamên serdana şanda bilind a hikûmetê bo Bexdayê civiya.

16.01.2023, Pts - 06:02

Mesrûr Barzanî: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan em li gel Bexdayê gihiştine çend têgihiştinên seretayî
Nuçe Belav bike

Îro roja yekşem 15.01.2023, encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê 100emîn civîna xwe ya bi serpereştîya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li dar xist û di civînê de civînên şanda danûstandinan a hikûmeta federalî hat gotûbêj kirin.

Serokwezîr got ku di hevdîtinan de me hest bi wê yekê kir ku atmosfereke erênî û derfeteke baş heye ji bo çareserkirina kêşeyan li gel hikûmeta federal li ser bingeha destûrê û di çarçoveya rêkeftina aliyên siyasî de bo pêkanîna hikûmetê.

Serokwezîr tekîd kir ku li ser çend mijarên pêwendîdar ji wan proje yasaya bûdceya federalî ya sala 2023, proje yasaya neft û gaza federal, mafên destûrî yên Pêşmerge, cîbicîkirina madeya 140 ya destûrê û asayîkirina rewşê vekişîna milîs û hêzên çekdar ên neqanûnî û gelek mijarên din.

Xala duyemîn a civînê jî di çarçoveya serdana şanda bilind a Wezareta Samanên Sirûştî ya li ser dabînkirina neftê û pêşkeftinên dawî yên rêkeftina navbera Wezareta Çavkaniyên Siruştî û Wezareta Neftê ya Federalî de hat pêşkêşkirin. Rêkeftina şandina nefta ji bo Herêma Kurdistanê, ku ji aliyê Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê bi wekalet Kemal Mihemed ve hat pêşkêşkirin.

Di beşa sêyem de jî Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî Dîndar Zêbarî raportek li ser dawîn pêngav û pêşkeftinên mekanîzmaya cîbicîkirina pilana mafê mirov ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bo sala nû pêşkêş kir.

Serokwezîr spasiya Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî ji bo amadekirina raportê kir û pêdagiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo rêzgirtin û parastina mafên mirovan, yekkirin û bihêzkirina prensîbên demokratîk û pêşxistina pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda li Herêma Kurdistanê dupat kir.

Herwiha piştî nîqaşan encûmena wezîran bi yekdengî rapor pejirand.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 231 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:19:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x