Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” pîrozbahî li Liz Truss kir û nivîsî: “Ez di wê baweriyê de me ku li jê serpereştiya we de, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de dê zêdetir bi pêş ve biçin.”
Liz Truss duhî 5ê Îlona 2022an di hilbijartinên Partiya Parêzgaran de bi ser ket û îro Koşka Buckingham di daxuyaniyekê de ragihand ku Şah Elizabeth a Duyem, Liz Truss wek Serokwezîra nû destnîşan kir.