Mesrûr Barzanî razemendî da zêdetir ji 82 milyon dînar bo çûnûhatina xwendekarên Şingalê bê xerckirin

Wezareta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî li ser xerckirina zêdetir ji 82 milyon dînar ji bo çûnûhatina xwendekarên Şingal û derdora wê da.

22.06.2023, Per - 11:02

Mesrûr Barzanî razemendî da zêdetir ji 82 milyon dînar bo çûnûhatina xwendekarên Şingalê bê xerckirin
Nuçe Belav bike

Wezareta Perwerdê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî razemendî da ku 82 milyon û 50 hezar dînar ji bo çûnûhatina xwendekarên Şingal û derdora wê were xerckirin ku 745 xwendekarên pola 12. dê ji vê piştgiriya aborî sûdê werbigirin.

Da zanîn jî, 120 hezar dînar ji bo xwendekarên ku hemû babetan li parêzgeha Duhokê temam dikin hatiye terxankirin. Ji xwendekarên ku yek babet û du babetên wan hebe, 50 hezar dînar ji wan re tê dayîn ji bo ezmûnên xwe bikin.

Di destpêka hefteya pêş de dê alîkariya aborî ya serokwezîr bê dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 478 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:33:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x