Mihemed Hacî Mehmûd destpêşxeriyek ragehand

Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê destpêşxeriyek ragehand û daxwaz ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike, li Gulexane be yan li Parlamentoya Kurdistanê be bicivin.

03.06.2023, Cts - 09:58

Mihemed Hacî Mehmûd destpêşxeriyek ragehand
Nuçe Belav bike

Çapemeniya ser bi Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê bi zimanê Serokê Partiyê Mihemed Hacî Mehmûd ve ragehand: ‘’Çeka herî baş bo naha ya Herêma Kurdistanê civîna aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ye.’’ Ji ber wê jî daxwaz kiriye hemû alî li Gulexane ya ku mala wî lê ye û yan jî li Parlamentoya Kurdistanê bicivin.

Herwaha aşkera kiriye ku ‘’Piraniya aliyên siyasî naxwazin helbijartin bê kirin.’’

Mihemed Hacî Mehmûd ragehand: ‘’Li gor destûrê, desthilata parlamentoyê vedigere bo Serokê Herêmê ne ji dadgehekî Iraqê re.’’ Herwaha pêwîst jî zaniye ku Serokê Herêma Kurdistanê, 9 dadweran li komîsyonê dayne bo serpereştî kirina helbijartinê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 294 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:51:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x