Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Fînlandayê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Fînlandayê ya Îraqê Anu Sarela, li Hewlêrê civiyan.

04.02.2024, Paz - 17:09

Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Fînlandayê civiyan
Nuçe Belav bike

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di hevdîtinê de rewşa Rojhîlata Navîn û şerê li Xezeyê hatine nirxandin.

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî û Anu Sarelayê daye zanîn ku divê pêwendiyên Fînlandê yên bi Îraq û Herêmê Kurdistanê re bên bipêşxistin û hevkariyên wan ên di qadên cuda de werin berfirehkirin.

Herwiha her du aliyan li ser mijarên wekî “rewşa siyasî û ewlehiyê ya Îraqê û girîngiya parastina aramiya Îraqê” guftûgo kirine.

Nêçîrvan Barzanî, ji ber ku di nava Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê de cih girtiye spasiya Fînlandayê kir û pesnê piştgiriya ku Fînlanda dide Îraq û Herêma Kurdistanê da.

Nêçîrvan Barzanî dîsa behsa rola erênî ya hêzên Fînlandayê kir ku hîn jî li Herêma Kurdistanê ne.

Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje pê kir ku di vê civînê de çend babatên din ên wekî “bandora şerê li Ukraynayê, aloziyên li Rojhilata Navîn û şerê li Xezeyê” jî di vê civînê de hatine gotûbêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 229 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:24:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x