Nêçîrvan Barzanî bi Boris Johnson re civiya

Serokê Herêna Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Boris Johnson kir.

21.11.2023, Sal - 07:29

Nêçîrvan Barzanî bi Boris Johnson re civiya
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî hevdîtinê, wêneyê xwe û yê serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Boris Johnson, li ser hesabê xwe yê Xê parve kir.

Nêçîvan Barzanî her wiha di parvekirina xwe de got:

“Ez bi pêşwazîkirina dostê Kurdan, hevalê xwe yê bi nirx serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Boris Johnson re gelekî kêfxweş im.”

Barzanî li ser naveroka hevdîtinê wiha anî ziman:

“Me geşedanên dawî yên li herêmê nirxandin û me di warê zehmetî, tiştên heyî û pêşerojê de texmîn û ramanên xwe bi hev re parve kir.”

Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê diyar kir ku eger ew careke din were hilbijartin, dê piştgirî bide Herêma Kurdistanê.

Herwiha Johnson diyar kir divê Îraq rêzê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bigire.

Boris Johnson beşdarî foruma li Zanînga Amarîkanê ya Dihokê bû.

Di forumê de ji Johnson hat pirsîn, dema ew careke din were hilbijartin dê serxwebûna Kurdistanê nas bike an na.

Johnson wiha bersiva pirsê da:

“Tişta ku ez dikarim bêjim ev e ku ev welat xwedî pirsgirêkên demokratîk e.

Ez dikarim têkildarî gavên ku Kurdistan diavêje du tiştan bibêjim; Di serî de hûn dê alîkariya me bigirin.

Hûn dê piştgiriya min û ya Brîtanyayê bigirin.

Ya duyemîn; divê daxwazên rewa yên gelê Kurd bên naskirin û divê rêz jê re bê girtin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 457 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:30:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x