Nêçîrvan Barzanî çû Almanyayê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên fermî de çû Almanyayê û tê çaverêkirin ku Barzanî bi berpirsên payebilind ê Alman re rehevdîtinên fermî pêk bîne.

17.12.2017, Paz - 16:15

Nêçîrvan Barzanî çû Almanyayê
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku, "Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Qubad Talabanî îro di çarçoveya serdaneke fermî de gihîştin paytexta Almanyayê Berlînê."

Serdana Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî li ser vexwandina fermî ya Wezareta Derve ya Almanyayê pêk tê. Tê payîn ku sibe Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talabanî bi berpirsên payebilind ên Alman re hevdîtin û civînan pêk bînin.

Hêjayî gotinê ye ku du roj berê hatibû ragihandin ku dê Nêçîrvan Barzanî li Berlînê bi Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriyel re bicive.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serokwezîr Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî Fransayê serdena duyemîn welatê Ewropayê dike û demek berê ji aliyê Brîtanyayê ve jî hatibû vexwendin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1153 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:52:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x