Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi amadebûna gelek berpirsan beşdarî di merasîma bibîranîna salvegera kuştina Mihemed Baqir Hekîm ku bi “Şehîdê Mîhrabê” tê naskirin de kir û gotarek pêşkêş kir.
“Divê hemû alî li gorî destûrê tevbigerin”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de got:
“Gelê Îraqê ji bo jinavbirina zilm û terorê gelek şehîd dane, baştirîn dilsoziya bi bîranîn û giyanê şehîdan re pêşxistina bextewariyê û hêsankirina jiyana gelê Îraqê û dabînkirina paşerojeke geş ji bo nifşên niha û paşerojê ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi jiyana Mihemed Baqir Hekîm jî kir û got:
“Şehîdê bi destê terorîstan piştgirekî sereke yê têkoşîna hevpar a opozîsyona Îraqê bû ji bo rizgarkirina gel ji bindestî û dîktatoriyê. Divê em dilsoziya xwe bi Şehîdê Mîhrabê û hemû şehîdan nîşan bidin bi jinavbirina her cure zordarî û newekheviyê û nehiştina hevrikiya di navbera hemû aliyan de.”
Nêçîrvan Barzanî behsa pêwendiyên Idrîs Barzanî û Serok Barzanî, Mam Celal û Mihemed Baqir Hekîm kir û got:
“Hevkarî û yekrêziya di navbera Şehîdê Mîhrabê û bavê min ê rehmetî Idrîs Barzanî û her wiha li gel Serok Mesûd Barzanî, Mam Celal û aliyên din û serkirdeyên opozîsyona Îraqê têgihiştina di navbera gelê mezlûm ê Îraqê de bihêztir dikir.
Divê em nifşê piştî wan, wê têgihiştinê xurt bikin, ne ku hilweşînin.”
Nêçîrvan Barzanî di berdewama axaftina xwe de anî ziman:
“Niha ji ber nebûna budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê, karmend û xelk di rewşeke gelek xirab de dijîn û vê yekê jî bandoreke neyînî li ser hemû sektorên Herêma Kurdistanê kiriye.
Berpirsiyariya me hemûyan e ku di demeke kurt de vê pirsê çareser bikin, ji ber ku Herêma Kurdistanê û karmendên wê beşek in ji Îraqê.
Ji ber wê jî daxwaz ji hemû serkirde, aliyên siyasî, fraksîyon û hemû endamên Parlamentoya Îraqê dikim ku piştevaniya çareserkirina pirsa budce û mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê bikin.”
Mihemed Baqir Hekîm kî ye?
Desthilatdarê olî Mihemed Baqir Muhsîn El Hekîm damezrênerê Encûmena Bilind a Şoreşa Îslamî ya Îraqê bû.
Ew li Necefê 29ê Tebaxa 2003yan piştî xutbeya nimêja înê di encama teqînekê de hat kuştin ku di wê teqînê de nêzîkî 83 kesan canê xwe ji dest da.
Ew piştî mirina Ayetullah Mihemed Baqir El-Sedr a destpêka Nîsana 1980ê çend meh beriya destpêkirina şerê Îran û Îraqê, ji Îraqê koç kir.