Nêçîrvan Barzanî û UNHCR rewşa penaberan gotûbêjkirin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 21.06.2017ê li bajarê Hewlêrê, digel Emîn Ewez rêvebirê ofîsa Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê ya saziya UNHCR ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve û şandeya pê re civiya.

22.06.2017, Per - 07:41

Nêçîrvan Barzanî û UNHCR rewşa penaberan gotûbêjkirin
Nuçe Belav bike

Şandeya UNHCR sipasiya xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêşwazî li hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberên destê terorê kiriye, her ji destpêka şerê dijî DAÎŞê û destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê, ew hewandine û mihtaciyên pêwîst jê re berdest kirine.

Berpirsê ofîsa UNHCR diyar kir ku ew amadekariyên wê yekê dikin ku, piştî bi timamî azadkirin Mûsilê û derdûra wê ji bin destê terorîstan, hevkarî û alîkariya koçberan bikin ji bo ser mal û mikl xwe veger in û di vê çarçoveyê de rola hikûmeta Kurdistanê bi roleke giring zanî. Li gor wê şandeyê di konferensên navdewletî de ew dê daxwaza alîkariyê ji bo herêma Kurdistanê bikin daku baştir xizmeta koçbe rû penaberan bike.

Nêçîrvan Barzanî ji bona wê hevkarî û hevahengiya UNHCR û rêxistinên din yên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve digel saziyên hikûmeta Kurdistanê dikin û alîkariya koçber û penabewran dikin, sipas kirin û got ku xizmetkirina wê hijmara gelek zêde ya koçber û penaberan ji îmkanên hikûmeta Kurdistanê mezintir e û bi pêwîstî zanî şandeya mêvan ji bona dabînkirina alîkairyan ji bo koçber û penaberan zêdetir bixebite.

Serokwezîr diyar kir ku pêwîste aramî û emniyeta deverên azadkiriî bi cî bibe û bawerî di nvabera hemû pêkhateyên deverê de çê bibe ku koçber ji bo ser mal û milkê xwe veger in daku bikaribin jiyana xwe berdewam bikin û hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warîde dikare alîkar be.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1235 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:46:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x