Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir û tê de ragihand, “Bi boneya Roja Cîhanî ya Bîranîn û Rêzgirtina ji Qurbaniyên Terorê re, em wan kesên ku li Kurdistan û cîhanê di encama terorê de canê xwe ji dest dane, bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Nêçîrvan Barzanî tekez dike, “Li Iraqê, divê em yekdeng bin da ku alîkariya mexdûran bikin, ta ku ew jiyana xwe ji nû ve ava bikin û li dijî vejîna terorê bisekinin.”
Encûmena Giştî ya Netewên Yekgirtî, roja 21ê Tebaxê wek Roja Bîranîn û Rêzgirtina Qurbaniyên Terorê ya Navdewletî pejirand, ji bo rêzgirtin li wan û piştevanîkirina qurbanî û rizgarbûyên destê terorê û parastina mafên wan.