Nêçîrvan Barzanî: Çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê kilîda aramiya Iraqê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê Eric Chevallier kir û ragihand, çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kilîda aramiya Iraqê ye.

20.07.2022, Çar - 08:06

Nêçîrvan Barzanî: Çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê kilîda aramiya Iraqê ye
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, hewlên ji bona hilbijartina Serokkomarê Iraqê, pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, rûbirûbûn, metirsî û gefên DAIŞê li deverên maddeya 140, pêşhatên devera Şingalê û rewşa Herêma Kurdistanê û hilbijartInên paşerojê gotûbêj kirine.

Balyozê Fransayê jî di hevdîtinê de ragihand, welatê wî dixwaze têkiliyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re xurt û berfireh bike û diyar kir, aramî û istiqrara Iraqê ji bo parastina aramiya herêmê pêdivî û girîng e.

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, Nêçîrvan Barzanî amaje bi pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û got, “çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê kilîda aramî û istiqrara Iraqê ye”, û destnîşan kir, hebûna mekanîzmekê ji bo danûstandin û çareserkirina pirsgirêkên heyî pêwîst e.

Her du alî li ser pêdivî û girîngiya berdewamiya hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de bi pîştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo rûbirûbûna gef û metirsiyên DAIŞê bi taybet jî li deverên maddeya 140 a destûra Iraqê hemfikir bûn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, “rewşa herêmî bi giştî, hewlên ji bona cêgîrkirina bazara enerjiyê, pêgeh û girîngiya Rojhilata Navîn di vî warî de û têkiliyên Herêma Kurdistanê ligel dewletên cîran” jî di hevdîtinê de hatin nirxandin.

Di civînê de Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Hewlêrê Olivier Decottignies jî amade bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 398 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:50:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x