Nêçîrvan Barzanî: Em bi tundî bombebarana îro ya li Zaxoyê şermezar dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser bombebarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoya Duhokê ragihand, “Em bi tundî bombebarana îro ya li Zaxoyê şermezar dikin ku di encamê de hejmarek welatiyên sivîl û geştiyar li navçeyên cuda yên Iraqê hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.”

21.07.2022, Per - 06:35

Nêçîrvan Barzanî: Em bi tundî bombebarana îro ya li Zaxoyê şermezar dikin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser bombebarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoya Duhokê ragihand, “Em bi tundî bombebarana îro ya li Zaxoyê şermezar dikin ku di encamê de hejmarek welatiyên sivîl û geştiyar li navçeyên cuda yên Iraqê hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.”

Nêçîrvan Barzanî her wiha got, “Bombebaran, şer û pevçûnên berdewam ên di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê li ser sînoran nayê qebûlkirin ku asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û sînorên navdewletî yên Iraqê têk biriye. Her wiha bûye sedema valabûna bi sedan gundên li deverê.”

Daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, “Em bi tundî bombebarana li Zaxoyê şermezar dikin ku di encamê de hejmarek welatiyên sivîl û geştiyar li navçeyên cuda yên Iraqê hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.

Bombebaran, şer û pevçûnên berdewam ên di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê li ser sînoran nayê qebûlkirin ku asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û sînorên navdewletî yên Iraqê têk biriye. Her wiha bûye sedema valabûna bi sedan gundên li deverê.

Em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Nexweşxane û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê hemû alîkarî û xizmetguzariyê pêşkêşî birîndaran dikin.

Divê artêşa Tirkiyê û PKK şer rawestînin û êdî li navçeyên sînorî nebin sedema kuştin û wêraniyê û şer û karesata xwe li ser xelkê Herêma Kurdistanê dûr bixin. Divê Hikûmeta Iraqa Federal hemû rêkaran werbigire ku pêşî li dûbarebûna van tawanan bigire û ewlekariya welatên cîran ji xaka Iraqê nekeve metirsiyê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 432 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:06:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x