Nêçîrvan Barzanî: Em hêvîdar in hikûmeta nû ya Iraqê bibe destpêka dawîhatina êş û azaran

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê piştî ku Parlamentoya Iraqê bawerî da kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê daxuyaniyek belav kir û got, “Em piştgiriya Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina rojevê û cîbicîkirina sozên hikûmeta nû radigihînin.”

28.10.2022, Cum - 05:18

Nêçîrvan Barzanî: Em hêvîdar in hikûmeta nû ya Iraqê bibe destpêka dawîhatina êş û azaran
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî ku parlamentoya Iraqê bawerî da hikûmeta nû ya Iraqê, ew hêvî dike ku ew “pêngava hêvîbexş” bibe destpêka bidawîhatina êş û azarên gelê Iraqê û destpêkeke nû ji bo çareserkirina pirsgirêk û qeyranan.

Parlamentoya Iraqê îro Pêncşemê 27ê Cotmeha 2022an bi amadebûna 253 parlamenteran deng da kabîneya nû ya bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî.

Di civînê de 21 berbijêrên wezaretan hatin pesendkirin lê biryara her du wezaretên jîngeh, avedankirin û nîştecihkirinê ku para Kurdan e, hat paşxistin.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de got, “Ev pêngava hêvîbexş bibe destpêka bidawîhatina êş û azarên gelê Iraqê û destpêkeke nû ji bo çareserkirina pirsgirêk û qeyranan, geşepêdana aborî, pêşxistina xizmetguzariyan, aramî û ewlehiyê, çareseriya pêvajoya siyasî, çareseriyên destûriyên pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê û vegera baweriya gel bi saziyan û bersivdayîna cidî ya hikûmetê ji bo daxwazên rewa yên welatiyan.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 300 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:26:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x