Nêçîrvan Barzanî: Em pêşwaziyê li pesendkirina bûdceya Iraqê dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser pesendkirina bûdceya ya Iraqê peyamek belav ki

13.06.2023, Sal - 13:08

Nêçîrvan Barzanî: Em pêşwaziyê li pesendkirina bûdceya Iraqê dikin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew pêşwaziyê li pesendkirina bûdceya sê salan a Iraqê dikin û dibêje: “Pêwîst e yasaya bûdceyê bi awayekî dadperwerane were cîbicîkirin û pêgehê Herêma Kurdistanê weke qewareyekî siyasî ya destûrî li ber çavan bê girtin.” Nêçîrvan Barzanî herwiha derbarê nakokiyên di navbera aliyên Kurdistanî de jî dibêje: “Tişta ku me di dema gengeşekirina bûdceyê de dît, cihê dilgiraniyeke kûr bû.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser pesendkirina bûdceya ya Iraqê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew pêşwaziyê li pesendkirina bûdceya sê salan a Iraqê dikin û got: “Em hêvîdar in ku ji bo geşepêdana aborî, aramiya siyasî û çêkirina jîngeheke baş a weberhênanê, bibe nexşerêyek baş. Em destxweşiyê li wan hemû birêzan dikin ku bi dilsozî ji bo berjewendiyên welatiyan û wekheviya xelkê Iraqê kar kirine.”

Di peyama xwe de Barzanî bal kişand ser dema gotûbêjkirina bûdceyê û dibêje: “Mixabin di dema gotûbêjên parlamentoyê de hinek parlamenteran bi awayekî nerast li hember mafên Herêma Kurdistanê û navçeyên bi nakok reftar kirin. Tişta ku qewimî, ne li gorî prensîbên rêkeftina siyasî ya hevpeymaniya birêvebirina dewletê ye û ev rê û rêbaza xebatê, xizmeta proseya siyasî, rewş û paşeroja Iraqê nake.”

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku divê yasaya bûdceyê bi awayekî dadperwerane were cîbicîkirin û wiha pê de çû: “Divê pêgehê Herêma Kurdistanê weke qewareyekî siyasî ya destûrî û navçeyên nakokdar li ber çavan bê girtin û maf û berjewendiyên wan bêne parastin. Divê piştrastiyeke temam hebe ku mafên darayî û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji ber sedemên siyasî neyê paşxistin û piştguhxistin.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha bal kişand ser nakokiyên di navbera aliyên Kurdistanî de û got: “Tişta ku me di dema gengeşekirina bûdceyê de dît, cihê dilgiraniyeke kûr bû û careke din wê rastiyê îspat dike ku parçebûna aliyên Kurdistanî dê zirarê bide Herêma Kurdistanê. Lê tevî vê jî, bi îradeya siyasî ya hevbeş û li berçavgirtina berjewendiya giştî, em dikarin vê derfetê ji bo bihêzkirina baweriya hevbeş, baştir rêkxistina karûbarên navxweyî, kêmkirina aloziyan û çareserkirina pirsgirêkan ji bo bihêztirkirina Iraq û Herêma Kurdistanê bikar bînin.”

Piştî danûstandinên 5 rojan li Parlamentoya Iraqê, bûdceya 3 salan a bi qasî 153 milyar dolar hat qebûlkirin.

Li ser xala 14 a bûdceyê di navbera Bexda û Hewlêrê de nakokî derketibûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 441 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:35:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x