Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê nû yê Iraqê bi telefonê rewşa Iraqê gotûbêj kirin. Her wiha pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî gotûbêjkirin û li ser wê yekê hevfikir bûn ku çareseriya van pirsgirêkan "rola bingehîn di aştî û aramiya welat de heye."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Înê 28ê Cotmeha 2022an ji bo destbikarbûna Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî pîrozbahî lê kir û piştevaniya xwe ji bo serkeftina kabîneya nû nîşan da.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de ragihand ku Nêçîrvan Barzanî, “Amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo hemû hemahengî û hevkariya hevbeş bi hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî re nîşan da.”
Serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro Înê li koşka serokwezîrtiyê desthilat ji serokwezîrê berê Mistefa Kazimî wergirt û yekem civîna bi kabîneya xwe re encam da.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê nû yê Iraqê teqezî li ser giringiya hevkariya hevbeş di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kirin ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya destûrê de ku “Pirsgirêkên Iraqê di aştî û aramiya welêt de roleke bingehîn dileyzin.”
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku her du serokan li ser wê yekê li hev kirine ku ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û pirsgirêkên din ên Iraqê kar bikin.