Nêçîrvan Barzanî: Pêwîst e di dema salekê de hilbijartin bê kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî di merasîma şîna wê malbata Silêmaniyê de kir ku ji ber teqîna gazê 14 endamên wê malbatê jiyana xwe ji dest dan.

19.11.2022, Cts - 15:23

Nêçîrvan Barzanî: Pêwîst e di dema salekê de hilbijartin bê kirin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema serdana xwe ya ji bo birîndarên teqîna Silêmaniyê de got ku “Ji birîndaran re çi karê pêwîst be dê bo wan were kirin.” Nêçîrvan Barzanî herwiha di bersiva pirseke derbarê hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de jî got: “Pêwîste di dema salekê de hilbijartin li Kurdistanê bê kirin. Em dê serdana hemû aliyan bikin.”

Nêçîrvan Barzanî îro destpêkê çû şîna wê malbatê û piştre serdana wê malê kir ku ziyan dîtiye. Piştre jî Barzanî çûye nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê yek bi yek serdana birîndaran kir, li rewş û halê wan pirsî û çû cem Şêx Mezher xwediyê wê malê ku li nexweşxneyê ye.

Barzanî piştî ku serdana birîndaran kir bo medyayê axivî û ragihand ku karesata li Silêmaniyê çêbû karesateke mezin e, her kes li mala xwe xwediyê vê serxweşiyê.

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Ez şirîkê xema we me, îro hemû Kurdistan xembar e. Parêzgehê û nexweşxane û kesên xwebexş û hemû aliyan bi berpirsyarîtî kar kirine. Hikûmet dê lêkolîn bike bo ku sedema wê teqînê bê zanîn û hikûmet jî erkî xwe cîbicî bike. Ji birîndaran re çi karê pêwîst e be dê bo were kirin. Ev karesateke mezin e û xwedê sebrê bide we.”

Ji bilî vê bûyerê, li ser pêşhatên siyasî yên li Herêma Kurdistanê rojnamevanan çend pirs kirin, derbarê hilbijartinan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku “Weke Serokê herêma Kurdistanê min li ser erkê xwe nameyek pêştir ji parlamentoyê re şandiye. Hêvî dikim hemû partî di vê mijarê de li hev bikin. Niha dema parlementoyê ji bo salekê hatiye dirêjkirin. Pêwîst e di dema salekê de hilbijartin li Kurdistanê bê kirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê herweha tekez kir ku ew dê serdana hemû aliyan bikin.

Êvara Pêncşemê li taxa Kazîwe 2 ya Silêmaniyê teqîneke bihêz di malekê de çêbû, Rêveberiya Bergiriya Sivîl a Silêmaniyê ragihand, teqîn ji ber gazê çêbûye.

Ji ber bihêziya teqînê maleke sê qatî hilweşiya û 15 kesan canê xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 242 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:49:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x