Nêçîrvan Barzanî piştgirî da Fayeq Zêdan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgirî da Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Fayeq Zêdan.

01.07.2024, Pts - 10:15

Nêçîrvan Barzanî piştgirî da Fayeq Zêdan
Nuçe Belav bike

Endamê Komariyan ê Meclîsa Nûneran a Amerîkayê Michael Waltz, Fayeq Zêdan bi piştgirîdayîna Îranê tohmetbar kiribû.

Michael Waltz destnîşan kiribû ku ew dê ji bo Fayeq Zêdan wekî “hevkarekî Îranê” were naskirin projeyasayekê pêşniyar bike.

“Em qedir didin hewlên Fayeq Zêdan”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya hesabê xwe yê Xê piştgirî da Fayeq Zêdan û got:

“Em qedir didin hewlên wî yên mezin û xizmeta wî ya ji dil a ji bo welêt û dadgehê.

Em hemû hewl û hedefnîşandanan red dikin ku xisarê bighînin nav û dengê Fayeq Zêdan an jî pozîsyona wî kêm bikin.”

Fayeq Zêdan ji 2017an ve Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê ye ku li Îraqê desthilata herî bihêz a dadweriyê ye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 76 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:54:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x