Nêçîrvan Barzanî spasiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serok û endamên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan kir, ku serperiştiya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kiribûn û proseya dengdanê bi serkeftî birêve biribûn.

30.10.2024, Çar - 17:30

Nêçîrvan Barzanî spasiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan dike
Nuçe Belav bike

Nêçîrvan Barzanî spasî û pêzanîna xwe ji bo erk û karê Komisyonê û piştgirî û alîkariyên Serokwezîrê Federal û Desthilata Dadweriya Iraqê nîşan da û pesnê xizmet û keda wan di birêvebirin û serxistina hilbijartinê û proseya dengdanê da, herwiha amaje bi wê kir ku bi hemû pîvanan ev hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê gelekî girîng bû.

Serokê Herêma Kurdistanê got ku, serkeftina hilbijartinan di encama rol, dilsozî û hevkariya komîsyonê li gel hemû aliyên pêwendîdar li Herêma Kurdistanê bû, ji bo wê jî destxweşî li wan kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwast.

Ji aliyê xwe ve, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bi boneya serkeftina hilbijartinan, pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê kir û tevahiya proseyê bilind nirxand, ku ji bangeşeya hilbijartinê heta dengdanê, proseyeke serkeftî bû, bi awayekî ku cara yekem e li Iraq û Herêma Kurdistanê ti taneyeke bi rengê sor li ser hilbijartinê nehat tomarkirin.

Vî nûçeyê tevayî: 151 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:18:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x