Nêçîrvan Barzanî têkildarî bûyera li Kerbalayê: Herêma Kurdistanê bo alîkariyê amade ye

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê hilweşîna beşek ji Qetareya Îmam Elî li Kerbelayê peyamek belav kir û ragihand, “nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê û tîmên tendirustiyê ji bo her alîkariyekê amade ne.”

22.08.2022, Pts - 06:35

Nêçîrvan Barzanî têkildarî bûyera li Kerbalayê: Herêma Kurdistanê bo alîkariyê amade ye
Nuçe Belav bike

Roja Şembiyê 20ê Tebaxa 2022an li bajarê Kerbelayê li başûrê Iraqê beşek ji avahiya ku li Qetareya Îmam Elî li ser kaniyeke avê hatibû çêkirin, herrifî û hejmarek kes ketin di bin kavilan de û li gor agahiyên dawî heta niha 5 kesan di bûyerê de canê xwe ji dest dane.

Li gor agahiyan, hêj hejmarek kes di bin kavilan de mane û tîmên hewarçûnê û berevaniya sivîl a Iraqê hewl didin wan kesan rizgar bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro ji ber wê bûyerê peyamek belav kir û hevxemiya xwe nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Mixabin me nûçeya herrifîna Qetareya Îmam Elî bihîst ku têde hejmarek welatiyan canê xwe ji dest dan û hejmarek jî birîndar bûn.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje, “Nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê û tîmên tendirustiyê ji bo her alîkariyekê amade ne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 322 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:54:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x