Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê li Hewlêrê civiyan

Îro li paytext Hewlêr Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê kir.

10.10.2022, Pts - 05:23

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê li Hewlêrê civiyan
Nuçe Belav bike

Li gor Seroaktiya Herêma Kurdistanê, êvara îro Yekşembê 09.10.2022 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê Eric Chevalier kir.

Di civînekê de her du aliyan pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê, têkiliyên Fransayê yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pirsa paşxistina hilbijartinan û rewşa herêmî bi giştî hatin gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniyê, “her du aliyan giringiya parastina aramî û seqamgîriya siyasî û emnî ya Iraqiyan ya ji bo seqamgîriya tevahiya Iraqê bi pêdivî zanî û tekez li ser pêkvekarkirina aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê ji bona derbaskirina dijwarî û gefên vê qonaxê kirin ku ji bona vê yekê jî divê hemû alî diyaloga avaker û li hevtêgihiştina hevbeş ji xwe re bikin bingeh.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha ragihandiye, “Her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku Iraqî hêjayî jiyan û paşerojeke baştir in û dikare bi alîkarî û hevkariya dost û civaka navdewletî pirsgirêkan çareser bikin û dijwariyan derbas bikin. Her wiha behsa girîngiya hewlên Serok Macron û Fransayê yên ji bo alîkarîkirin û handana aliyên Iraqê ji bo li hevtêgihiştin û rêkeftina ji bona çareserkirina pirsgirêkan hat kirin.”

Di beşeke din a hevdîtinê de behsa rewşa Şingalê û rewşa Kurdên Êzdî û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî hat kirin.

Têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û girîngiya berdewamiya diyaloga di navbera wan ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan, berfirehkirin û pêşxistina têkiliyên Fransayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê çend mijarên din yên hevdîtinê bûn ku Konsulê Giştiyê Fransayê yê Herêma Kurdistanê têda amade bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 344 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:47:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x