Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Tendirustiyê yê Urdinê peywendiyên dualî gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Tendirustiyê yê Urdinê kir û di wê hevdîtinê de pêşvebirina pêwendiyên Urdinê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û hevkarî zêdetir a warê tendirustî hat gotûbêjkirin.

13.06.2023, Sal - 03:49

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Tendirustiyê yê Urdinê peywendiyên dualî gotûbêj kirin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Duşemê 12ê Hezîrana 2023yan pêşwazî li Wezîrê Tendirustiyê yê Urdinê Fîras Îbrahîm El Hewarî û şanda pê re kir.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de wezîrên tendirustiyê yên hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade bûn.

Di civînê de behsa rêkxistina Hefteya Tendirustiyê ya Kurdistanî – Urdinî hat kirin, ku niha li Hewlêrê birêve diçe.

Nêçîrvan Barzanî spasiya Wezareta Tendirustiya Urdinê kir ji bo hevkarî û hemahengiya ligel Wezareta Tendirustiya Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û tekez kir ku Herêma Kurdistanê û Iraq dikarin di herdu warên bijîşkî û perwerdehiyê de sûdê ji ezmûna baş Urdinê werbigrin.

Herwiha bihêzkirina pêwendiyên Urdinê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û hevkarî û hevahengiya zêdetir a di warê tendirustî û bijîşkî de hat gotûbêjkirin.

Foruma Hefteya Tendirustiyê ya Kurdistanî – Urdinî

Foruma Hefteya Tendirustiyê ya Kurdistanî – Urdinî ku li Hewlêra îro li Hewlêrê dest pê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Tendirustiya Iraqê Salih El-Hesnewî û Wezîrê Tenduristiyê yê Urdinê Fîras Îbrahîm El Hewarî jî di vekirina vê forumê de amade bûn.

Gelek pisporên tenduristiyê ji Urdun û Iraqê û Herêma Kurdistanê jî beşdarî forumê dibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 363 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:37:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x