Neteweyên Yekgirtî pîrozbahiyê li Herêma Kurdistanê dike

Ji bo birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî pîrozbahiyê li Herêma Kurdistanê û gelê wê dike. Amajeyê jî dide, “Piroseya hilbijartinan bi awayekî aram û hêmin bi rê ve çû.”

23.10.2024, Çar - 10:27

Neteweyên Yekgirtî pîrozbahiyê li Herêma Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Ji bo birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û serkeftina wê piroseyê, Cîgirê Berdevkê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ferhan Heq duh peyama pîrozbahiyê ya Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî gehand Herêma Kurdistanê û gelê wê.

Cîgirê Berdevkê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî amaje jî da, “Piroseya hilbijartinan bi awayekî aram û hêmin bi rê ve çû.”

Ferhan Heq herwesa got, “Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî piştevaniya hemî serkirdeyên siyasî û tex û çînên civakê ji bo berdewambûna li ser parastina rewşeke aram dike. Herwesa daxwazê ji aliyên siyasî jî dike ku her nakokiyeke hilbijartinan bi rêya dezgehên qanûnî çare bikin û piroseya hilbijartinan temam bikin, ji bo pêkanîna hikûmeteke tevgir bi zûtirîn dem.”

Piroseya dengdana giştî ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê (Yekşem, 20.10.2024) bi rê ve çû. Du milyon û 686 hezar û 578 dengderan mafê dengdanê hebû, lê li dû amarên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, du milyon û 87 hezar û 972 kes tevlî wê piroseyê bûn û rêjeya tevlîbûnê 72% bû. Bilindtirîn rêjeya tevlîbûnê jî li bazineya Dihokê hat tomarkirin ku 78% bû, li Hewlêrê 74%, li Silêmaniyê 65% û li Helebceyê jî 69% bû.

Vî nûçeyê tevayî: 139 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:30:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x