Nifûsa Herêma Kurdistanê dê sala 2040î bibe çiqas?

Berpirsê Amarên Nifûs û Hêza Kar a Desteya Amarên Herêma Kurdistanê Guhdar Mihemed Elî diyar kir ku ew pêşbînî dikin heta sala 2040ê hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê bigihe 9 milyonan.

11.01.2024, Per - 06:08

Nifûsa Herêma Kurdistanê dê sala 2040î bibe çiqas?
Nuçe Belav bike

Herwiha Guhdar Mihemed Elî bi bîr xist ku ji sala 1987an ve li Herêma Kurdistanê serjimêriyeke fermî nehatiye kirin.

Berpirsê Amarên Nifûs û Hêza Kar a Desteya Amarên Herêma Kurdistanê Guhdar Mihemed Elî beşdarî bultena Rûdawê ya Nûrojê bû û diyar kir ku daneyên serjimêriya nifûsa Herêma Kurdistanê texmînek e, ji ber ku ji sala 1987an heta niha ti serjimêriya fermî nehatiye kirin.

Guhdar Mihemed Elî diyar kir ku daneyên niha yên Herêma Kurdistanê li gorî serjimêriya sala 2009an a li Îraqê ye û got:

“Ev pêvajo beriya serjimartinê tê kirin. Bingeheke baş bû lê diviyabû serjimêrî bi xwe bihata kirin lê ji ber hinek sedeman jî nehat kirin.”

Nifûsa niha 6.5 milyon e

Guhdar Mihemed Elî destnîşan kir ku amarên ku di destê wan de ne, texmîn in û got, “Em texmîn dikin ku sala 2023yan nifûsa Herêma Kurdistanê 6,5 milyon e.

Em texmîn dikin ku nifûsa Herêma Kurdistanê sala 2030î bibe 7,5 milyon û di 2040î de 9 mîlyon.”

Guhdar Mihemed Elî anî ziman ku dema serjimêriya nifûsê tê kirin rêjeyên mezinbûnê jî rast têne diyarkirin û wiha pê de çû:

“Rêjeya mezinbûnê di navbera du serjimariyan de tê zanîn. Ji ber ku hejmarên serjimariyê li cem me nînin, rapirsî û statîstîkên din jî hene ku saziya statîstîkî bi kar tîne.

Hin rêbazên zanistî hene ku dikarin ji bo rêjeya mezinbûnê hesab bikin, em van bi kar tînin.

Ji ber vê yekê rêjeya mezinbûna nifûsa Herêma Kurdistanê derdora ji sedî 2 ye.

Lê ji ber ku li Îraqê rêjeya jidayikbûnê zêdetir e, rêjeya mezinbûnê jî zêdetir e. Rêjeya mezinbûnê li Îraqê derdora ji sedî 2.7 e.”

Nifûsa bajaran ji ya gundan zêdetir e

Guhdar Mihemed Elî li ser dabeşkirina temenan jî wiha anî ziman:

“Rêjeya temenê nifûsê li ser grûpên gelemperî têne dabeşkirin. Yên di bin 15 salî de, di navbera 15-65 salî û yên di ser 65 salî de.

Li Herêma Kurdistanê rêjeya kesên di bin 15 saliyê de derdora ji sedî 37 e. Ji sedî 60 di navbera 15 û 64 salî de û rêjeya kesên ji 65 salî mezintir li derdora ji sedî 03,3 ne.”

Guhdar Mihemed Elî da zanîn ku rêjeya gund ji bajar, navçe bi navçe diguhere û got,

“Li Herêma Kurdistanê rêjeya kesên ku li bajaran dijîn ji sedî 77 e. Rêjeya kesên ku li gundan jî dijî ji sedî 23 ye.

Nifûsa gundan hêrî zêde li parêzgeha Dihokê ye û piştre Hewlêr, Silêmanî û Helebce tên lê di van du salên dawî de li gundan zêdebûnek heye.”

Serjimêrî dê îsal bê kirin

Herî dawî sala 1997an li Îraqê û di sala 1987an de li Herêma Kurdistanê serjimêrî hat kirin.

Hikûmeta Îraqê plan dike ku di sala 2024an de li Îraq û Herêma Kurdistanê serjimêriya giştî bike.

Berdevkê Wezareta Plandanînê ya Îraqê Ebdulzehra Hindawî beriya niha ji Rûdawê re ragihandibû ku ew dixwazin îsal serjimêriya giştî bikin.

Ebdulzehra Hindawî dabû zanîn ku hejmara niştecihên Îraqê tevî Herêma Kurdistanê gihiştiye 43 milyon û 324 hezar kesan.

Hindawî diyar kir ku ji sedî 50,5ê nifûsê mêr û ji sedî 49,5ê jin in û rêjeya mezinbûna nifûsê jî ji sedî 2,5 e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:43:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x