NYê êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir

Netewên Yekbûyî(NY) derbarê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, divê êrişên dubare û binpêkirina serweriya Iraqê werin rawestandin.

21.11.2022, Pts - 13:42

NYê êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir
Nuçe Belav bike

Şandeya Netewên Yekbûyî li Iraqê li ser êrîşên welatên cîran ên li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê daxuyaniyek da û got: "Divê êrîşên dubare û binpêkirina serweriya Iraqê werin rawestandin. Ev kiryarên destdirêjker dê ne tenê aloziyan zêde bike, lê dê bibe sedema karesatê jî.”

Netewên Yekbûyî dibêje: “Tekane rê ji bo çareserkirina pirsgirêkên derve yên welatên cîran, bikaranîna rêyên dîplomatîk e.”

Îranê îro 21ê Mijdara 2022an bi drone û mûşekan çend kampên nişticihbûnê û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistana kirine armanc. Li gor amarên dawî, di encama êrişa Îranê de Pêşmergeyekî Partiya Demokrat yê bi navê Behzad şehîd bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 155 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:34:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x