Parlamenterê berê yê YNKê li parlamentoya Kurdistanê Muhsîn Elî Ekber ji BasNewsê re ragehand: ‘’Divê hemû alî li ser mêza gotûbêjê kom bibin û kar bo çareser kirina vê rewşê bikin, ji ber rewşa Kurdistanê ya naha ne wisaye ku alî hinde şepirze bin û rewşa Iraqê jî xirabe, ji ber vê divê kurd di nav xwe de yek bin, ku pirsgirêk bên çareser kirin.’’
Herwaha got, pirsgirêk tenê parlamento yan jî hikûmet nîne, ‘’Hin pirsgirêk hene divê gotûbêj li ser bên kirin û geheştina encameke diyar pekbê.’’
Muhsîn Elî Ekber teqez kir: ‘’Barzanî peyameke baş da, divê bê pêkanîn, ji ber tenê ne peyame, divê bibe pêngavên kiryarî û hemû alî li gel yek rûnên. Tişta ku Barzanî kir pir başbû, divê hemû aliyek jî xwedî têgeheştina rewşa Kurdistanê be û li ser çawaniya pêkanîna peyamê rêk bikevin.’’